Di Pêşangeha Şehîd Herekol de behsa têkoşîna Kurd û serhildana wan hat kirin

Nivîskar Ronak Murad di Pêşangeha Şehîd Herekol de bi navê "Sazkirina Wêjeya Şoreşgerî" semînerek têkildarî rola nivîsê di belgekirina têkoşîna gelê Kurd de da. Nivîskar Beyan Selman jî romana xwe ya bi navê "Ew Ewrê Rawestiyayî" îmze kir.

23 cotmeh, 2025   22:19
QAMIŞLO

Bi diruşma "Pirtûk mifteya şaristaniyê ye" Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirûtkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn di roja xwe ya 4ˋan de li Parka Azadî ya Qamişloyê didome.

Di pêşangehê de saet 17.00ˊan bi navê "sazkirina wêjeya şoreşgerî" semînerek ji aliyê nivîskar Ronak Murad ve hat dayîn. Ronak Murad bi 11 berhemên xwe yên wêjeyî tev li pêşangehê bûye.

Helbestvanê nemir Cegerxwîn, piştî 3 rojan ji dayikbûnê navê nivîskar kir "Ronak". Ronak jî piştî hevrêya wê Şîlan Kobanê di 2005ˊan de şehîd bû rahişt pênûsê û dest bi rêwîtiya xwe ya nivîsandina têkoşîna gelê Kurd kir. Ji wê demê ve pênûs û çek bi hev re hilgirtine, da ku rêwîtiya têkoşîna Kurd binivîse û rê li pêş nifşên bê ronî bike.

Ronak got têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê bû ajo ku pênûs û çekê di heman demê de hilgire û diayr kir ku "Wêjeya şoreşgerî belgekirina zindî ya dîroka nû ya neteweya Kurd e."

Ronak anî ziman ku dîrok û şaristanî ji Kurdan hatin dizîn û têkoşîna wan hat tehrîfkirin û lehengiyên wan hat jibîrkirinê, li kêlek wê jî sembolên wan weke xwendawend Star hat çewisandin.

Nivîskar Ronak destnîşan kir ku "Min ev berhem di şert û mercên dijwar de, di bin top û guleyan de nivîsandin. Ji lew re her gotinek wê lêdana rastî û êşê ye. Wêjeya şoreşgerî dîrokî belge dike. Kî van berheman bixwîne wê hîs bike ku di kîjan şert û mercî de hatine nivîsandin."

Ronak da zanîn ku wêjeya berxwedanê wêjeya hebûnê bi xwe ye û wê piştî salên windakirin û paşguhkirinê nasnameya gelê Kurd parastiye û got: "Ji zêdetirî nîv sedsalekê Kurd ji bo hebûnê tê dikoşin û îro derbasî sedsala 21ˊemîn bûne û tu kes nikare nasnameya wan înkdar bike."

Der barê têkçûyîn û îxanetên li dijî gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de bûne de Ronak got: "Piştî em ji ziman û hebûna xwe bi sedsalan mehrûm bûn, îro em bi destê xwe dîroka xwe dinivîsînin. Tu kes nikare hebûna nasnameya Kurd û zimanî wî înkar bike. Nexşerêya tevgera azadiya Kurdistanê daniye asoyên nû yên têkoşînê vekirin ku em ji bo tevahî mirovahiyê tê bikoşin."

Di dawiya semînerê de Ronak anî ziman ku "Divê em şoreşê û ronesansa çandî wekî rastiyeke berbiçav di jiyana xwe de bi cih bînin. Pêdiviya vê qonaxê bi wijdanê zindî û ruhê bexişandinê, dilekî fireh ku têra hemûyan dike, heye. Em jiyaneke tê de edalet û wekhevî hebe ava bikin."

aDûre şahiya îmzekirina pirtûka nivîskar Beyan Selman a bi navê "Ew Ewrê Rawestiyayî" ye hat lidarxistin. Pirtûk bi erebî hatiye nivîsandin û ji hêla Bêrîvan Îsa û Mehmûd Badilî ve bo Kurdî hatiye wergerandin.

Bûyerên di vê romanê de qala serhildana li Başûrê Kurdistanê ya di 1991ˋê de pêk hatiye, bi taybet li bajarê Kerkûkê, dike. Nivîskar behsa êşên xwe yên malbata xwe yên wê dema dijwar, digel kiryarên çewsîner ên rejîma Sedam Hisên dike, ku malbat rûbirûyî qetilkirin û îşkenceyê dihatin kirin. Li kêlek wê jî nivîskar behsa rêwîtiya xwe ya ber bi sînorê Iraq-Îranê dike.

(fr)

ANHA