Dewletên Ereb û îslamî biryara Knesseta Îsraîlê red kir

Dewletên Ereb û îslamî, Komkara Ereb û Rêxistina Hevkariya Îslamî erêkirina pêşnûmeya qanûnê ya ji bo îlhakirina Şerîaya Rojava ji aliyê knesseta Îsraîlê ve şermezar kir û diyar kir ku ev gav binpêkirina aşkera ya qanûna navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ye, bi taybet biryara 2334ˋan.

Dewletên Ereb û îslamî biryara Knesseta Îsraîlê red kir
23 cotmeh, 2025   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî, Urdun, Endonezya, Pakistan, Cîbûtî, Uman, Filistîn, Qeter, Kiwêt, Lîbya, Malezya, Misr, Nejîrya, Gambya, Komkara Dewletên Ereban û Rêxistina Hevkariya Îslamî biryara Knesseta Îsraîlê ya erêkirina îlhaqkirina Şerîaya Rojava ji bo Îsraîlê, red kir.

Aliyên navborî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku biryara Knessetê qanûnên navneteweyî û biryarên Meclisa Ewlekariyê bi taybetî ya 2334 binpê dike.

Li gorî biryarê, hemû tedbîrên Îsraîlê yên bi armanca guhartina demografî û rewşa qanûnî ya xaka Filistînê ya ku ji 1967'an ve hatiye dagirkirin, hatin şermezarkirin û nabe Îsraîl xaka Filistînê dagir bike, avakirina avahiyên niştecihbûnê û tevlêkirina xaka Şerîaya Rojava betal in.

Van dewletan di daxuyaniyê de hişyarî ji domandina van kiryaran da û bang li civata navneteweyî kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe ya qanûnî û exlaqî derkeve û kiryarên Îsraîlê yên nerewa li ser xaka Filistînê rawestîne, her wiha mafê rewa yê gelê Filistînê di serî de avakirina dewleteke serbixwe li gorî sînorên Hezîrana 1967'an, pêk bîne.

Girêdayî mijarê, serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyivînekê de li gel kovara "Time" gotibû "Ev biryar nayê pêkanîn. Ji ber ku min soz daye dewletên Ereban û eger bibe jî wê demê Îsraîl dê hemû alîkariyên ji Amerîkayê ji dest bide."

Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî, di serdana cîgirê serokê Amerîkayê JD. Vance de bo Îsraîlê, biryara Knessetê şermezar kir û diyar kir ku "şantajkirina siyasî ya bi zanebûn e ku ji hêla muxalefetê ve, ji bo derxistina fitneyan pêk hat. Ev jî di dema serdana Vance de pêk hat."

(mh/fr)