Di nexweşxaneya Girê Spî de kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Di pevçûna li nexweşxaneya Girê Spî yê dagirkirî de çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hat kuştin û 4 ji malbatên çeteyan birîndar bûn.

Di nexweşxaneya Girê Spî de kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn
9 tîrmeh, 2025   17:29
EYN ÎSA

Çavkaniyeke xwecihî ya ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî da zanîn ku di encama pevçûna li nexweşxaneya Girê Spî de, çeteyê "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker Ebû Ayşe hat kuştin û 4 ji malbatên çeteyan ên ji Dêrazorê (Hisên El Eşheb, Huzeyfa Silêman, Omer El Fedhat û Huzeyfa El Dibis), birîndar bûn.

Sedema pevçûnê heta niha nehatiye zanîn.

Ev bûyer, di demekê de ku li herêmên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine tevlihevî û çek belav bûne, pêk tê.

(mh/fr)

ANHA