Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû

Digel pêşdeçûnên herêmî û navneteweyî, MSDˊê ji bo nîqaşkirina siberoja Sûriyeyê ya piştî peymana Sykes-Picot panelek diyalogê li dar xist. Di panelê de nenavendî, aştiya civakî û rola civaka medenî hatin nîqaşkirin.

Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
Aştiya civakî mijara panela MSDˊê bû
9 tîrmeh, 2025   17:22
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi navê "Pêşketinên siyasî piştî peymana Sykes-Picot" panelek diyalogê li navenda meclisê ya bajarê Hesekê li dar xist. Di penalê de kesayetên siyasî, civakî, nûnerên civaka sivîl û oldarên ji hemû pêkhateyan amade bûn. Panel ji aliyê endamê Têkiliyên Giştî yên MSD'ê Ezher Ehmed ve û beşdariya dîwana ku ji hevseroketiya MSD'ê Emced Osman, berpirsê nivîsgehê Hesen Mihemed Elî û rêveberê Navenda Lêkolînan a Sûriyeyê Nasir Silêman Hec Mensûr pêk hat, hat birêvebirin.

Di panelê de 3 mijarên sereke weke pêşketinên herêmî û navneteweyî, rola MSD'ê di van guhartin û geşedanan de û rola civaka sivîl û partiyên sivîl di diyarkirina teşeya qonaxa bê de, hatin nîqaşkirin.

Emced Osman îşaret bi serdana şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Şamê kir û hêvî kir ku ruxmî astengiyên siyasî yên heyî şande encamên erênî pêk bîne. Osman diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê encamên civîna Eqebayê derbas kirin û ji nakokiya herêmî ya heyî ji bo ku helwesta xwe tespît bike sûd werdigire.

Osman destnîşan kir ku welat di qonaxeke hestiyar a bêîstîqrarî û fikara gel re derbas dibe û ev tişt anî ziman: "Em li ser kesekî ne gef in, berevajî em li siberojek mafên pêkhateyên Sûriyeyê misoger bike, digerin. Navendiyê ji bilî zordariyê tiştek neanî û çareserî di nenavendiyê de ye ku ew hevsengî û îstîqrarê misoger dike."

Piştre Hec Mensûr li ser girîngiya rola civaka medenî di guhertinên siyasî de axivî û diyar kir ku Sûriye her tim beşeke stratejîk a hevkêşeyên Rojhilata Navîn bû û qonaxa heyî temsîla dawiya peymana Sykes-Picot û destpêka jinûve sazkirina herêmê li ser bingehên berfirehtir û pirrengî dike.

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê MSDˊê Hesen Mihemed Elî jî behsa berpirsiyariya partiyên siyasî di rûbirûbûna guherînên heyî de kir û diyar kir ku encamên dan û standinên li Şamê dibe ku bandoreke erênî li ser hevsengiya di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de bike.

Elî bang kir ku li gorî peymana 10ˊê Adarê siyasetên nû bi kar bînin, xîtaba nefterê red bikin, xebateke cidî ji bo agirbestê bikin û bi awayekî aktîv tev li ser sazkirina destûra nû bibin.

Di dawiya panelê de beşdaran di nîqaşên xwe de bal kişand ser girîngiya nenavendiyê, derbaskirina nakokiyên berê, têkoşîna li dijî şerê medyayê û xîtaba mezhebî, veqetandina ol ji dewletê û parastina aştî û mozaîka civakî.

(mh/fr)

ANHA