Di navbera Rûsya û Ukraynayê de pevguhertina cenazeyan

Moskovê cenazeyên hezar leşkeran radestî Kîêvê kirin, Kîêvê jî 35 cenazeyên leşkerên Rûsyayê radest kirin.

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de pevguhertina cenazeyan
26 sibat, 2026   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji nûnerên Moskovê yên dan û standinan Vladimir Medinsky ku agahî li ser medyaya dîjîtal parve kirin, got: "Cenazeyên hezar leşkerên ukraynayî radestî Ukraynayê hatine kirin. Rûsyayê cenazeyên 35 şervanên Rûs wergirtine.”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky berê ragihandibû ku hêzên Rûsyayê di şevekê de 420 dron û 39 mûşek ber bi Ukraynayê ve avêtine û got di êrişan de 8 herêm, binesazî, stasyonên gazê hatin hedefkirin û bi dehan kes birîndar bûn.

(bb)