Di nav de muxtar 7 kes li Hema û Humsê hatin kuştin

Di çarçoveya berdewamkirina binpêkirinên ku komên çekdar ên rêveberiya HTŞˋê pêk tîne de, di nav de muxtar 7 kes li gundewarên Hema û Humsê hatin kuştin.

Di nav de muxtar 7 kes li Hema û Humsê hatin kuştin
25 ÇILE, 2025   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundên Ceiferiyat û Ekarî yên gundewarê Tilkelexê yê rojavayê Humsê, duh komên çekdar ên rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) gelek binpêkirin pêk anîne, di encamê de muxtarê gundê Ceiferiyat û kurê xwe û ciwanekî din hatin kuştin.

Tê gotin endamên ji rêveberiya HTŞˋê ji muxtarê gundê xwestiye ku di karên lêgerîna li malan de hazir bibe.

Girêdayî mijarê, komeke çekdar a rêveberiya HTŞˋê gule li şêniyên gundê Ekarî yê gundewarê Tilkelexê yê rojavayê Humsê barandine, di encamê de 2 ciwan birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê, yek ji wan ji ber giraniya birîna xwe wefat kir.

Li gundê Xirbet El Tîn ê rojavayê Humsê jî komên çekdar ên rêveberiya HTŞˋê hemleyeke leşkerî da destpêkirin û kiryarên mezin li dijî şêniyan pêk anîn. Di encamê de ciwanê ku fermanên wan qebûl nekiriye hat kuştin û 2 ciwan jî bi giranî birîndar bûn.

Her wiha li heman gundî 11 kes hatin girtin û aqûbeta wan ne diyar e. Di hemleyê de mal hatin talankirin û zêr û pere hatin dîzin.

Komên çekdar ên rêveberiya HTŞˋê bi malên li gundê Til Sînan ê gundewarê Selemiyê yê Hemayê de girtin. Li nêzî gundê Denîn ê girêdayî Selemiyê jî cenazeyên 2 birayên ku endamên HTŞˋê bi ser malên wan de girtine, hatin dîtin.

Di serdegirtinê de malên her du ciwanan de pere û zêr, tablo û cîhaza enerjiya tavê, ekrana televîzyon û 2 erebe hatin dîzin.

(fr)