Di medyaya erebî de aloziyên li Sûriyeyê, mijara Hurmuzê û nêzîkbûna DYA û Çînê 

Di navbera çeteyên biyanî û hikumeta demkî ya Sûriyeyê alozî zêde dibe, DAIŞ jî hewl dide ji valahiya ewlehiyê sûdê wergire. Di heman demê de, fikarên welatên Kendavê der barê gefên li ser Tengava Hurmuzê û Deryaya Sor de zêde dibin.

Di medyaya erebî de aloziyên li Sûriyeyê, mijara Hurmuzê û nêzîkbûna DYA û Çînê 
19 gulan, 2026   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser mijara çekdarên biyanî yên li Sûriyeyê, bandorên aloziyan li ser Tengava Hurmuzê û Deryaya Sor û siberoja têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Çînê nivîsî.

‘ALOZIYÊN DI NAVBERA EL ŞARA Û ÇEKDARÊN BIYANÎ DE Û TIRSA VEGERA DAIŞ`Ê’

Rojnameya El Exbar li ser rewşa Sûriyeyê diyar kir ku zêdebûna aloziyan di navbera rayedarên hikumeta demkî ya bi serokatiya Ehmed El Şara û komên biyanî de, bi taybet çekdarên Ozbek, krîzeke kûrtir der barê çarenûsa van çekdaran û hebûna wan a siberojê li Sûriyeyê de aşkera dike, ji ber zexta zêde ya welatên rojavayî ji bo hilweşandina komên cîhadîst û entegrekirina endamên wan di nav saziyên dewletê yên nû de.

Rojnameyê bal kişand ser tirsa zêde ya çekdarên biyanî ya ji dersînorkirina bi zorê ji gundên Kefraya û El Fuah ên Idlibê ku di salên dawîn de ji bo malbatên wan bûne wargeh.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku DAIŞ hewl dide ji aloziyên heyî sûdê wergire da ku çekdarên biyanî tev li xwe bike.

‘GELO KENDAV DÊ JI TENGAVA HURMUZÊ BIREVE Û BIKEVE DAFIKA DERYAYA SOR?’

Rojnameya El Ereb a li Londonê behsa siberoja ewlehiya enerjiyê li herêmê kir û pirsî ka gelo Deryaya Sor bi rastî alternatîfeke ewle ye li şûna Tengava Hurmuzê yan jî dewletên Kendavê tenê krîza xwe ji qadeke bandora Îranê vediguhêzin qadeke din?

Rojnameyê diyar kir ku Îranê kariye bi rêya Hûsiyan bandora xwe ji Kendavê ber bi Deryaya Sor ve xurt bike û destnîşan kir ku gefa Hûsiyan ji gefa rasterast a Îranê tevlihevtir bûye, ji ber xwezaya bêserûber a komê û hêza wê ya bikaranîna mûşekan, dron û qeyîkên tijî teqemenî ji bo astengkirina seferên navneteweyî.

‘NÊZÎKBÛNA BIHIŞYARÎ DI NAVBERA DYA Û ÇÎNÊ DE’

Rojnameya El Xalîc li ser nêzîkbûna bihişyarî ya di navbera DYA û Çînê de, piştî serdana serokê DYA`ê Donald Trump bo Çînê, nivîsî.

Rojnameyê diyar kir ku têkiliyên Çîn-DYA`yê ji dawiya Şerê Sar ve li ser bingeha tevliheviyeke pêşbazî û hevkariyê mane û destnîşan kir ku her du aliyan jî bi berdewamî hewl daye ku krîzên aborî û stratejîk neguherin pevçûneke rasterast.

(k)