Di Lîga Almanyayê de slogana 'Rojava biparêzin' hate hildan

Di yariya fotbolê ya di navbera tîmên St. Pauli û Eintracht a lîgaya Elmanyayê de pankarta "Rojava biparêzin, şerê Erdogan bi dawî bikin" hat hildan.

Di Lîga Almanyayê de slogana 'Rojava biparêzin' hate hildan
12 ÇILE, 2025   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Duhli stada Millerntor a bajarê Hamburgê yê Elmaniyayê yariya fotbolê di navbera tîmên Eintracht Frankfurt û St. Pauli de ahte lîstin.

Di standa alîgirên tîma St. Paulî de temaşevanan pankarta dirêj a qumaşê ku li ser nivîsîbû "Rojava biparêzin, şerê Erdogan bi dawî bikin" daliqandin.

Her wiha bi sedan kesan alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hilgirtin û wêneyê şervaneke jin a YPJ’ê bilind kirin.

(k)