Koşka Spî: Îsraîlê li ser agirbestên rojane ji bo derketina xelkê Xezayê erê kir

DYA′ê got Îsraîlê li ser agirbestên rojane heta 4 saetan li bakurê Xezayê ji bo xelkê wir berê xwe bide başûr, erê kir.

Koşka Spî: Îsraîlê li ser agirbestên rojane ji bo derketina xelkê Xezayê erê kir
9 mijdar, 2023   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby erêkirina Îsraîlê bi gaveke ber bi rastiyê ve wesi kir û got ev yek di encama nîqaşên rojên dawîn ên di navbera berpirsên Amerîka û Îsraîlê de pêk hat.

Kirby got dê beriya 3 saetan agirbestên rojane werin ragihandin û ger agirbesteke hema beşî be jî çêbû, dê ji bo welatî xwe ji rêya zirarê bi dûr bixin bibe alîkar û alîkariyên mirovî bigihînin wan.

Hemwextî ragihandina agirbestê serokê Amerîkayê Joe Biden di civîneke çapemeniyê de got ew hewl dide agirbesteke 3 rojan an jî demeke dirêj li Xezayê ragihîne, da ku bi wê re dîlgirtiyên li gel Hemasê bikarin derkevin.

Li aliyekî din jî nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu got bêyî serbestberdana dîlgirtiyan tu agirbest tune ye, lê tenê hin sekinandinên taktîkî ji ber sedemên mirovî hene.

Seraya El Qudis a baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad El Îslamî jî got ew amade ye hin dîlgirtiyan ji ber sedemên mirovî û tibî serbest berde.

Berdevkê saraya got dê tevger 2 dîlgirtiyan; jinek û xortekî serbest berde û ger şertên meydanî û ewlehî guncaw bûn dê însiyatîf bikeve pratîkê.

(fr)