Di konferansa kooperatîfan de girîngiya aboriya civakî vegotin

Konferansa Duyemîn a Kooperatîfan  dewam dike. Di axaftinên hatin kirin de girîngiya aboriya civakî û jiyana komînal hatin vegotin.

Di konferansa kooperatîfan de girîngiya aboriya civakî vegotin
Di konferansa kooperatîfan de girîngiya aboriya civakî vegotin
Di konferansa kooperatîfan de girîngiya aboriya civakî vegotin
Di konferansa kooperatîfan de girîngiya aboriya civakî vegotin
Di konferansa kooperatîfan de girîngiya aboriya civakî vegotin
13 kanûn, 2023   17:11
HESEKÊ

Konferansa Duyemîn a Kooperatîfan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna 150 nûneran li Hesekê dewam dike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer girîngiya lidarxistina konferansê û kooperatîfan nirxand û got: "Pergala aborî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komînal e. Armanca lidarxistina vê konferansê nîqaşkirina şêwazê aborî û çawaniya pêşxistina wê ye; ji ber ku aboriya komînal a ku em timî vedibêjin, civaka rêxistinkirî ye. Hilweşandina aboriyê tê wateya hilweşandina tevahî civakê ye."

Hesen Koçer anî ziman ku eger pergaleke aborî ya rêxistinkirî neyê avakirin dê bandorê li qadên siyasî û civak jî bike û wiha nirxandinên xwe dewam kir: "Aboriya ku xwe dispêre kapîtalîzmê ne aboriya civakî ye; ji ber ku demokrasî li ser esasê aboriya civakê pêş dikeve. Eger em bixwazin civakeke rêxistinkirî û azad ava bikin divê em aboriya civakî ava bikin û pêş bixin. Eger em bixwazin behsa civakeke demokratîk bikin divê em girîngiyê bidin pergala aboriya komînal, çawaniya avakirina civakeke demokratîk, xebata hevpar a civakê."

Hesen Koçer di dewama axaftina xwe de girîngiya aboriya civakî mîna girîngiya parastinê nirxandû wiha pê de çû:" Eger em pergala aborî ya komînal pêş nexin em ê nikaribin civaka xwe biparêzin û bersiva êrişan bidin. Aboriya komînal wê du tiştan geş bike, yek girêdana bi axê ve û ya din ked e. Ev her du bi hev ve girêdayî ne."

Piştre mamoste Rûken Necar nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê kooperatîfan de xwendin. Piştre jî hevserokê Daîreya Projeyên Civakî û Kooperatîfan Mihemed Sebrî li ser girîngiya kooperatîfan ev nirxandin kir "Aboriya civakê rêbazê jiyana hevbeş e. Kooperatîf ji bo rêxistinkirina aboriya civakî û pêşxistina hevkariyê û ji bo pêşxistina jiyana komînal girîng e. Kooperatîf ne karekî aborî tenê ye, bi qasî ku qadeke jiyanî ya hevbeş a ji bo rêvebirina tevahî xebatên civakî bi rêbazekî rêxistinkirî û rihekî tevkariyê ye."

Hevserokê Kooperatîfên Herêma Cizîrê Karker Remedan rapora salane ya xebatên kooperatîfên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwend.

Konferans ji ragihandinê re girtî dewam dike. Li gorî komîteya amadekar, dê rewşa kooperatîfan were nîqaşkirin û biryar werin dayîn.

(bb)

ANHA