Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Qamişlo hat xwestin

Şênî, heval û dostê Şervanê QSD`ê şehîd Çiya Qamişlo sersaxî ji malbata wî re xwestin û ji bo şopandina rêya şehîdan soza bilindkirina asta têkoşînê da.

Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Qamişlo hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Qamişlo hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Qamişlo hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Qamişlo hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Qamişlo hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Qamişlo hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Qamişlo hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Qamişlo hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Qamişlo hat xwestin
13 kanûn, 2023   17:22
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Çiya Qamişlo (Ebdulqadir Nayif) re xwest. Konê sersaxiyê li ber mala xalê şehîd Çiya Qamişlo li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hat vedan.

Şênî, heval û dostê şehîd, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongra Star bi siloganên "Şehîd Namirin′′ herikîn bin konê sersaxiyê.

Di merasîmê sersaxiyê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Şemsîxan Gulo axivî û diyar kir ku şehîd canê xwe ji bo welatê xwe feda dikin û wiha pê de çû: “Şehadet bi hêsanî nehatiye, şehîdê me pêşengtiya me kiriye. Şehîdên me bi xwîn û fedakariya xwe ya pîroz berevanî li ber xaka me kiriye.”

Ji Fermandarê Meclisa Qamişlo ya Leşkerî Nezîr Sofî jî axivî û destnîşan kir ku asta welatparêziyê li cem gelê herêmê bi tevlêbûna zarokên xwe ji şoreşê re tê pîvan û wiha dom kir: “Şehîdên me ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşiyane, xeta wan pîroz e. Em ê her şopdarê qehremanên xwe bin.”

Endama Kongra Star Yasmîn Îsa axivî û got: “Serbilindahiya ku şehîdên me dane me jê giranbuhatir tune ye. Divê em li gorî wê astê li şehîdên xwe xwedî derkevin û ji dû şopa wan venegerin.”

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şehîd Çiya Qamişlo (Ebdulqadir Nayif) ku ji 2013`an ve di nava qada leşkerî de cih digirt, di 11`ê Kanûnê de bajarokê Mergeda yê kantona Hesekê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

(sb)

ANHA