Di kargeheke boyaxê de şewat derket

Li texa Sînaa ya bajarê Qamişloyê di kargeha boyaxê ya bi navê "Selam" de şewateke mezin çêbû.

Di kargeheke boyaxê de şewat derket
20 adar, 2025   12:34
QAMIŞLO

Li taxa Sînaa ya  li bajarê Qamişloyê di kargeha boyaxê ya bi navê Selamde  şewateke mezin çêbû. Tîmên agirkujiyê berî dan cihên bûyerê û heya niha şewatê vedimirînin.

Nûçegihanê me ragihand ku agir beşên fireh ên kargehê daye ber xwe û tîmên agirkujiyê di kontrolkirina bi temamî ya şewatê de zehmatiyan dikişînin. Der barê zerarên mirovî de tu agahî nehatine bidestxistin.

Li gorî xwediyê kargehê, xisarên destpêkê yên kargehê 70-80 hezar dolar e. Sedema teqez ê şewatê nehatiye zanîn, lê tê gotin ku dibe elketrîkî be.

(bb)

ANHA