Gaziya şer: Newroz roja berxwedanê ye

Gaziya Şer Zîlan Hesekê diyar kir ku Newroz berxwedan û jiyana nû ya azad e. Em ê her tim di şopa şehîdan û Rêbertiya xwe de bimeşin.

Gaziya şer: Newroz roja berxwedanê ye
20 adar, 2025   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroza 2025’an a bi peyamên Rêber Apo re ji her salan bi coştir tê pîrozkirin, endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zîlan Hesekê têkildarî vê rojê nêrînên xwe anîn ziman.

Zîlan Hesekê ya di destpêka axaftina xwe Newroza Rêber Apo û tevahî gelan pîroz kir got, “Bêguman em îsal Newrozê bi coş û heyecana name, daxuyanî û peyamên Rêber Apo yên ji Îmraliyê şandin pîroz dikin. Gelê Kurd û dostên wan li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojavayê welêt bi coşeke mezin diherike qadan û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîşanî her kesî dide.”

Gaziya şer Zîlan Hesekê bal kişand ser têkoşîna bi salan e tê meşandin û wiha axivî, “Newroz ya rastî navê berxwedan û jiyana nû ya azad e. Rêber Apo hîmên Tevgera Azadiyê di rojeke Newrozê de danîn. Em ê timî di şopa şehîdan û Rêbertiya xwe de bimeşin. Li Kurdistanê di pêvajoyeke kesî newêrîbû behsa Kurd û Kurdistanê bike, Rêber Apo bi gotina, ‘Kurdistan mêtingeh e’, dest bi berxwedan û têkoşînê kir. Îro hemû cîhan gelê Kurd û welatê wan nas dike û hurmeteke mezin nîşan dide.”

Zîlan Hesekê di dewama axaftina xwe de jî îşaret bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, “Bi saya bi hezaran şehîdan, bi perspektîf û fikrên Rêber Apo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû û her diçe zêdetir tê naskirin. Tevahiya cîhanê dît bê şervanên YPJ, YPG û QSD’ê li hember çeteyên herî hov ên cîhanê çawa şerekî herî bi rûmet meşandin. Wan şervanan ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, hemû cîhan û mirovatî ji tehlûkeyeke herî mezin parastin. Wan şervanên azadiyê xwe bi fikir û îdeolojiya Rêber Apo gurçûpêç kirine. Bi ruhê Newrozan ê timî gur dibe û tarîtiyan rohnî dike şer dikin û li ber xwe didin.”

Zîlan Hesekê bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Ez careke din Newroza Rêber Apo, şervanên azadiyê û tevahî gelên me pîroz dikim. Em ê sala 2025’an teqez bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Weke gaziyên şer em ê ji her demê bêhtir têkoşîn û berxwedana keramet û rûmetê pêş bixin.”