Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de hevdîtina Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de erênî nirxand. Hate diyarkirin tevlêkirina çeteyan a nava hêzên Sûriyeyê û zêdebûna xîtaba nefretê di navbera Sûriyeyê de xetereyan çêdike. Rojnameyan helwesta Hemasê ya li hemberî însiyatîfên siyasî jî rexne kirin û serketina îstîxbaratî ya Ukrayanyê ya li hundirê Rûsyayê jî nirxand.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
8 hezîran, 2025   07:55
NAVNDA NÛÇEYAN

Hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê, riska tevlêkirina çeteyan a nava artêşa Sûriyeyê, zêdebûna xîtaba nefretê, şerê Rûsya-Ukrayanyê, dîsa şerê li Xezayê rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

‘DI CIVÎNA QSD`Ê Û ŞAMÊ DE ATMOSFEREKE ERÊNÎ HEBÛ’

Tora El Erebiye bal kişand ser civîna şandeya Rêveberiya Xweser û şandeya desthilata Şamê. Hate gotin, civîn di "atmosfereke pir erênî" de derbas bû".  

Hate gotin, "li gorî ku Ziyad El Ayiş, endamê komîteya hikûmetê Ziyad El Ayîş, civîn di nav 'ruhê berpirsyariya hevbeş ji bo berjewendiyên neteweyî' de hat lidarxistin û bal kişand ku wan li ser çend mijaran li hev kirine, bi taybetî avakirina komîteyên ji bo şopandina pêkanîna rêkeftina 10'ê Adarê ya ku di navbera Serok Ehmed El Şeri û fermandarê QSD'ê Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin..

Rojnameya El Ereb jî ku cih da plana tevlêkirina çeteyên biyanî nava hêzên Sûriyeyê, aşkera kir ku Amerîkayê plana ku ji aliyê rayedarên Sûriyeyê ve hatiye pêşniyarkirin, ji bo tevlêkirina çekdarên biyanî, erê kiriye. Rojnameyê diyar kir "Amerîka plana ku ji aliyê rayedarên Sûriyeyê ve hatiye pêşniyarkirin pejirand ku bi hezaran çekdarên biyanî yên ku berê beşeke opozîsyonê bûn, tev li Artêşa Nîştimanî bibin, bi şertê ku ev yek bi zelalî pêk were.”

Hate diyarkirin ku çavdêr, dibêjin ev gav helwesteke neçarî ya Washingtonê ye ku van kesan adabte bike û wan bixe bin çavdêriya nêzîk de. Her wiha hate  gotin "Çavdêran hişyarî da ku tevlêkirina biyaniyan di nava hêzên hikumetê de, yan dayîna hemwelatîbûna Sûriyeyê ji wan re, dê nîşaneke neyînî be ji bo hundirê Sûriyeyê, nemaze piştî ku rola wan di êrişên tund ên li ser Elewiyan li beravên Sûriyeyê aşkera bû, her wiha tundiya li hember Durziyan. Hebûna wan a berdewam tê wê wateyê ku rejîm dê her tim tundraw be."

XÎTABA NEFRETÊ CIVAKA SÛRIYEYÊ PARÇE DIKE

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser zêdebûna gotinên nefret di navbera Sûriyeyan de, bi taybet  ku li ser medya dijîtal belav bûye. Hate gotin, zêdebûna xîtaba nefretê di navbera Sûriyeyan de berhemên şer e ku tevna civakî ya Sûriyeyî qetandiye.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku hevdin sûcdarkirin, hevdin tawanbarkirina bi xiyanetê û sorkirin koman li hemberî hev êdî bûye diyardeyeke rojane ku di postên medyaya dijîtal de derdikevin. Hate diyarkirin ku ev xîtab gefan li hêviya aştiya civakê û lihevhatinê dixwin.

Li gorî rojnameyê, "gotinên nefretê rewşek awarte ya ji rêzê nîn e, lê belê rejîma Esed û saziyn wê bi rêya çapemeniya xwe û artêşa xwe ya  elektronîkî ji bo teşhîrkirina muxalefetê bi kar dianî. Ev jî parçebûna mezhebî, herêmî û etnîkî pêş xist."

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku xîtaba nefetê bûye amûrek di destên aliyên herêmî û biyanî de ku bi dizî tevdigerin. Hate diyarkirin ku "bi hezaran hesabên sexte bikar tînin da ku nakokiyan gûr bikin. Parvekirinên sade veguherîne şerekî gotinan di navbera Sûriyeyan de. "

Rojnameyê nivîs bi van gotinan bi dawî kir "Divê bi rêya qanûnên ku parvekirinên gotinên nerfetê krîmînalîze dike û propogandeya aştî û jiyana hevbeş pêş dixe, tevgereke lezgîn hewce dike. Da ku welatek bê tirs û bê nefretî were avakirin, derbaskrina dema borî berpirsyartiya civakî ya sererastkirin xîtab û reftaran dixwaze."

’SIYÊN UKRAYNAYÊ LI RÛSYAYÊ NE’

Rojnameya El Ereb El Cedîd gotarek bi sernavê " Siyên Ukraynayê li Rûsyayê ne" ya nivîskar Beyar Eqîqî weşand. Gotar balê dikişîne ser serketina îstîxbaratî ya Ukraynayê ya li hundirê Rûsyayê û gihandina dronên bo hundirê Rûsyayê. Hate diyarkirin ku serketina xebata îstîxbaratî ya Ukraynayê zêdetirî sal û nîvekê dewam kir, bêyî ku ji aliyê îstîxbarata Rûsyayê ve were kişifkirin.

Di gotarê de hate destnîşankirin ku xebata îstîxbaratî ya Ukraynayê lawazbûna diyar a ewlehiya navxweyî ya Rûsyayê nîşan dide. Der barê vê yekê de têkçûna Rûsyaya ya xistina Kîevê ya bilez, fikarin Rûsyayê yên ku jêderên wên tune bibin û di encamê de helwesta wê li hemberî NATO’yê lawaz bibe, wekî îsbatên lawaziya ewlehiya navxweyî ya Rûsyayê hatine destnîşankirin.

REXNEYÊN FILISTÎNÊ LI KAXEZA SIYASÎ YA HEMASÊ

Der barê Filistînê de  Rojnameya El Eyam a Filistînê nûçeyek bi sernavê "Têbiniyên li ser kaxeza Hemasê" weşand. Rojnameyê kaxeza siyasî ya Hemasê û nêzîkatiyên wê yên dema şer û piştî wê rexne kirin.

Rojnameyê diyar kir ku "Şaştiya herî mezin a Tevgera Hemasê ew e ku şaştiyên xwe yên mezin qebûl nekiriye, bi taybetî şaştiyên wekî xîtaba wê ya xirab a li hemberî gel, israra wê ya li ser veqetandina ji rewatiya heyî ya Filistînê, her wiha cudakirinna Şerîda Xezayê ji Şerîaya Rojava ye."

Li gorî rojnameyê, di bersiva Hemasê ya ji bo plana Witkoff de tu hevkarî nebû, ji bo rawestandina bêrêziya li hemberî Mescid El Eqasyê jî tiştek pêşkêş nekir, berevajî vê Hemas li şûna ku şaşiyên xwe paşve bikişîne, wan kûrtir û dijwartir dike.