Îsraîl: Hizbullahê di 24 saetan de bi zêdetirî 100 moşek êriş kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hizbullahê di nava 24 saetên dawî de bi zêdekirî 100 mûşekan bakurê Îsraîlê kiriye armanc.

Îsraîl: Hizbullahê di 24 saetan de bi zêdetirî 100 moşek êriş kir
8 îlon 2024   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Radyoya Artêşa Îsraîlê di weşana xwe ya vê sibehê de ragihand ku Hizbullahê di 24 saetên dawî de nêzî 100 mûşek avêtine bakurê Îsraîlê. 

Radyoya  Artêşa Îsraîlê diyar kir ku bi hedefkirina avahiya Bekriyat Şemûnayê de zerarên canî çênebûn, lê zerar li avahiyê bûne.

Radyoyê îşaret pê kir ku di saetên serê vê sibehê de 30 moşek hatin avêtin, hin ji wan hatin astengkirin û yên din jî li herêmeke vala ketin.

Hizbullah jî îro ragihand ku wê bi moşkan êrişî herêma Şamîr a bakurê Îsraîlê kiriye. Hizbullah ev êriş wekî bersiva êrişa duh a Îsraîlê ya li hemberî ekîpa tenduristiyê ya li herêma Ferûn destnîşan kir û wiha diyar kir "Li hemberî komkujiya li bajarokê Ferûn ku di encamê de sivîl şehîd û birîndar bûn, mucahidên El Muqawema El Îslamiya mêtîngehên Şamîr Besliyat bi moşekan katyuşayê topbaran kirin."

Navenda Rewşên Awarte ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Giştî ya Lubnanê duh ev agahî dabû "3 xebatkarên tenduristiyê li bajarokê Ferûn hatin qetilkirin, 2 xebatkarên din birîndar bûn, rewşa birîndarekî giran e."

Radyoya Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku artêşê  li bajarokên Îtron, Yarûn û Maron Ras ên başûrê Lubnanê êrişî avahiyên leşkerî yên Hizbullah kiriye.

(bb)