Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de 15 leşker hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Eyn Îsayê êrişeke hewayî pêk anî. Di êrişê de 15 leşkerên sûriyeyî hatin kuştin.

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de 15 leşker hatin kuştin
9 kanûn, 2024   14:19
EYN ÎSA

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker şevê din komeke leşkerên sûriyeyî yên ji gundewarên rojavayê Eyn Îsayê vedikişiyan, bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, ji 60 leşkerên ku ji herêma Eyn Îsayê vedikişiyan, 15 leşker di êrişa hewayî ya duh a li ser gundên Misterîha (20 km li rojavayê Eyn Îsayê) de hatin kuştin.

Artêşa Tirk li heman gundî komkujiyek pêk anîbû, di encamê de piranî jin û zarok, 12 welatî şehîd bûbûn.

(bb)

ANHA