Di êrişên li ser Ukraynayê de kesek mir,2 kes jî birîndar bûn

Çavkaniyeke Ukraynayê ragihand ku şeva borî ji ber êrişên Rûsyayê kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bû.

Di êrişên li ser Ukraynayê de kesek mir,2 kes jî birîndar bûn
2 adar, 2025   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê roja Yekşemê ragihandin ku şeva borî ji ber bombebran Rûsyayê li ser bajarê Kramatorsk li rojhilatê welêt kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Serokê şaredariya bajêr Oleksandr Goncharenko li ser Telegramê nivîsî: "Li Kramatorsk li deverke ku xelk lê dijîn rastî topbarana dijmin hat. Ciwanekî 19 salî hat kuştin, jinek û mêrek jî birîndar bûn. "

Hêzên asmanî ya Ukraynayê li ser Telegramê ragihand ku yekîneyên wan ji 79 balafirên bêmirov ên Rûsyayê ku şeva borî êrişî çend herêmên Ukraynayê kirin, 63 anîn xwarê.

Parêzgerê herêma Zaporizhia ya li başûrê rojavayê Ukraynayê li ser Telegramê got, di êrişeke balafirên bêmirov ên Rûsyayê li ser bajarê Zaporizhia, navenda îdarî ya herêmê de, sivîlek birîndar bû.

(k)