Di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de bi kêmanî 44 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser başûr û bakurê Xezayê de bi kêmanî 44 kes hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de bi kêmanî 44 kes hatin kuştin
20 adar, 2025   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku hêzên Îsraîlê barbanga îro  jî li başûr û bakurê Xezayê avahî bombebaran kirin. Saziyê destnîşan kir ku di encama êrişan de herî kêm 44 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Saziya Parastina Sivîl Mehmûd Besel der barê mijarê de got: "Îsraîlê barbanga pêncşemê li rojhilatê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê 6 avahî bombebaran kirin û di encamê de bi kêmanî 20 sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn." Çavkaniyên xwecih jî dane zanîn ku hin windahî di bin kavilên avahiyan de ne.

Wezareta Parastinê ya Xezayê jî ragihand ku li herêma Selatîn ya Beyt Lahyayê di êrişa li dijî avahiyekê ya sersaxiyê de 24 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Şêwirmendê ragihandinê yê serokê polîtburoya Hemasê Tahîr El Nûnû duh gotibû, "Madem peyam di navbera hemûyan aliyan de heye, deriyê diyalogan nayê girtin û pêdivî bi lihevkirinên nû nîn e. Şertên me nîn in. Em dixwazin dagirker pabendî agirbestê bibe û dimildest şer rawestîne. Destpêkirina qonaxa duyemîn a dan û standinan beşek ji vê peymana îmzekirî  ye."

(bb)