Di êrişên Îsraîlê de 27 kes hatin kuştin

SHOR`ê ragihand ku di êrişên hewayî yên li dijî gelek noqteyan li Sûriyeyê de 27 kes hatine kuştin û 51 jî birîndar bûne.

Di êrişên Îsraîlê de 27 kes hatin kuştin
31 kanûn, 2023   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di êrişên hewayî yên li ser Sûriyeyê de 23 endamên komên alîgirên Îranê hatine kuştin. Navend got ihtîmal e ev êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin.

Li gorî SOHR, ji kuştiyan 5 sûriyeyî ne, 4 jî endamên Hizbullah a Lubnanê, 6 iraqî ne û 8 Îranî ne. SOHR`ê aşkera kir ku duh bi sibê li nêzî sînorên Sûriye-Iraqê 9 êrişên hewayî hatine kirin û destnîşan kir ku ihtîmal heye êriş ji aliyê  Îsraîlê ve hatibin kirin.

Di encama êrişan de 20 endam birîndar bûne.

Li gor SOHR`ê  roja şemî piştî nîvro depo û navendên komên alîgirên Îranê yên li balafirgeha Helebê bi 6 moşekan ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin. Di encamê de herî kêm 4 endamên wan koman hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî leşkerî wergirtine ragihand ku duh saet di 17.20`an de Îsraîlê ji aliyê Deryaya Spî ve (rojavayê Laziqiyê) hin nuqteyên li başûr Helebê bombebaran kirin û di encamê de zirarên madî çêbûne.

(şx)