Di êrişên dewleta Tirk ên li Til Birakê de 3 kes şehîd bûn

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker di navbera Hesekê û Til Birakê de 2 erebe bombebaran kir. Di encamê de 3 kes şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Di êrişên dewleta Tirk ên li Til Birakê de 3 kes şehîd bûn
21 kanûn, 2024   14:25
HESEKÊ

Îro saet derdora 10.00’an, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker, di navbera Hesekê û Til Birakê yên kantona Cizîrê de, 2 wesayîtên sivîlan bombebaran kirin. Di encamê de 3 kes şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê der barê êrişan de daxuyaniyekê bidin.

(bb)

ANHA