’CPT ji rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan berpirsyar e’

Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê diyar kir ku CPT û rêxistinên hiqûqî û navneteweyî ji rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan berpirsyar in.

’CPT ji rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan berpirsyar e’
13 hezîran, 2024   12:57
TEBQA

Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê  der barê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste, meclisên girêdayî wê, Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên înisiyatîfê  li pêşiya navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê ya li bajarê Tebqayê hat dayîn. Endamê înisiyatîfê Riyad El Walî  xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û siyasetên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin "Helwesta înisiyatîf e diyar û zelal e ku sûcên hovane yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û siyaseta tecrîdirinê red dike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku CPT û rêxistinên ku piştevaniya mafên mirovan îdia dikin, berpirsên tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan in û hate gotin: " Bêdengiya wan jî diyar dike ku komplo li dijî gelên herêmê berdewam e. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e û azadiya gelan jî aştî, ewlehî û aramî ye."

(şx)

ANHA