Di êrişek din a DAIŞ’ê li Dêrazorê de şervanekî QSD’ê şehîd bû
QSD’ê diyar kir ku di êrişeke din a şaneya çeteyên "DAIŞ’ê" li dijî nuqteyekê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de şervanek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa şaneyeke çeteyên "DAIŞ’ê" li dijî nuqteyeke leşkerî ya li bajarokê El Behra yê Hecînê yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de şervanekî wan şehîd bû û yek jî birîndar bû.
QSD’ê diyar kir ku ev êriş balê dikişîne ser astengiyên ewlehî yên berdeawm, di heman demê de anî ziman ku ew li dijî terorê têkoşîna xwe dewam dikin û parastina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev êriş bi "xedar û tirsonak" wesif kir û destnîşan kir ku ev yek di çarçoveya êrişên ku şaneyên DAIŞ’ê li dijî nuqteyên wan ên li herêmê pêk tînin de, ye.
Di berdewama daxuyaniyê de QSD’ê diyar kir ku ew ê serdegirtina bermahiyên "DAIŞ’ê" dewam bikin, her wiha banga xurtkirina hevkariyê bi civakên xwecih re kir, ku destkeftiyên bi saya fedakariyên şervanên wan hatine pêkanîn biparêzin û wê heta têkbirina şaneyan û ziwakirina jêderên gefên wan operasyonên xwe li dijî terorê bidomînin.
Di dawiyê de QSD’ê diyar kir ku ew ji bo parastina herêmên di bin kontrola xwe de xebatên xwe zêde kirine û ji bo rûbirûbûna her hewldaneke têkbirina ewlehî û îstîqrara li herêmê her tim amade ne.
(fr)
ANHA