5 wesayîtên Îsraîlê ketin başûrê Quneytirayê

5 wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê derbasî gundewarê başûr ê bajarê Quneytirayê bûn û weke dewriye li nêzî bendava Mentera geriyan. Her wiha berê jî hêzên Îsraîlê li Til Kirûm û Cebata El Xeşeb bi cih bûbûn.

5 wesayîtên Îsraîlê ketin başûrê Quneytirayê
19 gulan, 2025   18:42
NAVENDA NÛÇEYAH

5 wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê derbasî herêma Seraya Resim El Helebî bûn, bêyî tu nakokiyên ji aliyê şêniyan ve yan jî pevçûnan.

Girêdayî heman mijarê, tevgerên dewriyeyên Îsraîlê li nêzî bendava Mentera ya heman herêmê hatin şopandin.

Duh hêzên Îsraîlê li bajarokê Til Kirûm bi cih bûn û derdora girê li wir rêbend danîn û dest bi lêgerînê kir.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku leşkerên Îsraîlê bi gelek ciwanên herêmê re axivîn û ji wan xwest ku di saetên êvarê de ji derdora gir bi dûr bikevin, lê nehatin gotin ji ber çi ev tişt tê xwestin.

Li gundê Cebata El Xeşeb jî 6 wesayîtên leşkerî derbasî nava gund bûn, bê ku tu rêbendan deynin.

Di demekê de nakokî û aloziyên li herêmê zêde dibin û tu parvekirina fermî ji aliyê Îsraîlê yan jî desthilata Şamê ve heta niha nehatine kirin, ev tevger pêk tên.

(mh/fr)