Di êrişa Minbicê de 3 çalakvanên jin şehîd bûn

Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 endamên kombûnê şehîd bûn.

Di êrişa Minbicê de 3 çalakvanên jin şehîd bûn
10 kanûn, 2024   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyand ku 3 endamên wê di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Minbicê de şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin di encama êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Minbicê 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sod, Ayşe Ebdulqadir û Îman şehîd bûn. Her sê hevrêyan nimûneya fedakariyê bûn û li hember mirinê bi lehengî û îsrar sekinîn.

Kombûnê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şehadeta van hevrêyan dê bibe destpêkeke nû ya wefadarî, bidestxistina azadî û serxwebûnê.

Qemer, Ayşe û Îman li dijî hêzên tarî û dijmin şerekî tund raber kirin û di oxira parastina Minbicê de fedakariyên mezin da.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku bi lez û bez êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Minbicê bi dawî bikin û sivîlan ji sûcên şer biparêzin.

(fr)