DAIŞ hewl dide krîza li Sûriyeyê bi kar bîne

Gerînendeyê Navenda Lêkolînan a Amerîkayê der barê krîz û aloziya li Sûriyeyê hişyarî da û got DAIŞ li benda fersendek wiha ye ku torên xwe ava bike û xwe xurt bike.

DAIŞ hewl dide krîza li Sûriyeyê bi kar bîne
10 kanûn, 2024   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapora ajanseke Fransayê de hat destnîşankirin ku piştî hilweşîna Beşar Esed çeteyên DAIŞˋê hewl didin ji vê krîz û aloziyê derfetê wergirin ku herêman kontrol bikin û xwe bigihînin çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine girtin.

Li gorî ajansê, bê guman nebawerî, şer û valahiya desthilatê dihêlin şaneyên biçûk li çolistanê rojhilatê welat bi serbest tev bigerin û dê hewl bidin vê qonaxê piştî 13 salan ji şer li gorî xwe bi kar bînin.

Gerînendeyê Zanistî yê Navenda Lêkolînan a Sofan a Amerîkî Colin Clark hişyarî da ku DAIŞ li benda fersendeke wiha ye ku torên xwe li tevahî Sûriyeyê ava bike.

Pantagonê roja yekşemê ragihandibû ku balafirên wê zêdetirî 75 armancên DAIŞˋê li Sûriyeyê bombebaran kirin, da ku rêxistina terorîst êrişên xwe yên terorane li derve pêk neyne û derfetê ji rewşa heyî wernegire û venegere.