Dewleta Tirk li stasyona Siwêdiyê komkujî pêk anî: 8 şehîd

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser stasyona xazê ya Siwêdiyê de 8 karkerên stasyonê şehîd bûn.

Dewleta Tirk li stasyona Siwêdiyê komkujî pêk anî: 8 şehîd
24 cotmeh, 2024   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker saet 02.30’an stasyona xazê ya Siwêdiyê ya li gundewarê Dêrikê bi balafira şer bombebaran kiribû.

Di encama bomberanê de hatibû zelalkirin 3 karkerên stasyonê şehîd şehîd bûne û  bi dehan jî bi giranî birîndaran bûbûn.

Hate aşkerekirin ku karkerên ku birîndar bi giranî bûbûn, ji wan 5 din jî şehîd bûn. Bi vê yekê hejmara karkerên şehîd bûne bû 8.

(bb)

ANHA