Di êrişan de 4 kes şehîd 15 jî birîndar bûn

Di encama êrişên bejahî û hewayî yên li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 welatî di nav de zarokek şehîd bûn û 15 kes di nav de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Di êrişan de 4 kes şehîd 15 jî birîndar bûn
24 cotmeh, 2024   03:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji şeva 23-24ʹê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi bejahî û asîman bi balafirên şer, bêmirov û çekên giran seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. 

Dagirkeriyê malên welatiyên li bajarê Til Rifetê, gundewarên bajarê Til Temir, kantona Minbicê, navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, stasyona kehrebê li Kobanê, nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û navneda tenduristiyê li Qamişloyê, her wiha stasyon û avahiyên stratejîk ên kantona Cizîrê hedef girtin.

Di encama bombebaran û topbaranên dijwar de, li gorî agahiyên nûçegihanên me belge kirine, li bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehba 4 welatî di nav de zarokek şehîd bûn, 10 kes jî birîndar bûn.

Her wiha 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Kobanê birîndar bûn.

Di bombebarana li dijî navenda tendurstiyê ya li taxa Xelîc a Qamişloyê de welatiyek birîndar bû û di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê ya bajarê Dêrikê de karkerekî kargeha gazê birîndar bûn.

(fr)