Di êrişa li ser qada gazê ya Kormor de 4 kes mirin

Hate diyarkirin ku di êrişa şevê din a li qada gaze ya Komor a li ser sînorê navçeya Çemcemlê ya bajarê Silêmaniyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di êrişa li ser qada gazê ya Kormor de 4 kes mirin
27 nîsan, 2024   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev bi rêya balafirek bê mirov êrişî qada gazê ya Kormor a li sînorê navçeya Çemçemalê ya bajarê Silêmaniyê hate kirin. Qeymeqamê navçeya Çemçemal Remek Remezan di saetên dereng ên şevê de têkildarî êrişa duh êvarê bi rêya balafira bê mirov a li ser qada gazê ya Kormor hatî kirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Remek Remezan diyar kir ku di encama êrişa ku bi rêya balafirek bê mirov li ser qada gazê ya Kormor pêkhatî de, 4 kesan jiyana xwe ji dest da û2 kes jî birîndar bûn.

Qeymeqamê Çemçemalê daxuyand ku kesên jiyana xwe ji destdane û birîndar bûne karmendên kampanya Petro Oil bûn. Her wiha da zanîn ku rewşa birîndaran sivike û dibin çavdêriya bizîşkan de ne.

Têkildarî pirsgirêka elektrîkê ku ji ber êrişê derket, Remek Remezan got: "Wekî ku di ragihandina hevbeş a Wezareta Elektrîkê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî de hatiye diyarkirin, ji ber êrişê bi qasî 2500 megawat elektrîk kêm bûye. Biryar hatiye dayîn ku di demek kin de pirsgirêka elektrîkê were çareserkirin."

Di dawiyê de jî Qeymeqamê Çemçemalê Remek Remezan got: “Daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku çavkaniyên welat biparêze û êdî karesatên bi vî rengî dubare nebin. Hêvîdar in aliyên siyasî yên Başûr ji bo pêşîgirtina li van bûyeran yekgirtina xwe çêkin."