Di êrişa dijî wesayîteke sivîlan li Raperînê de 4 welatî şehîd bûn

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li devera bajarokê Çiwarqurnê yê Raperînê wesayîteke sivîlan bombebaran kir. Hate zanîn ku û di encama êrişê de 4 welatî şehîd bûn û welatiyek jî birîndar bû.

Di êrişa dijî wesayîteke sivîlan li Raperînê de 4 welatî şehîd bûn
27 ÇILE, 2025   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews, kêliyek beriya niha wesayîtek ku ji Kanî Marane ya girêdayî bajarokê Çiwarqurne girêdayî navçeya Ranya ya navenda Îdareya Raperînê ku ber bi Ranya ve diçû, ji aliyê balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebarankirin.

Li gor agahiyên şahidê êrişê ji ajansa me re ragihandiye, 4 welatiyên sivîl yên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan û welatiyek jî birîndar bû.

Her wisa şahidê êrişê diyar kir ku piştî wesayîta welatiyan hat hedefgirtin qulibî û bi motosîkletekê ket û di encamê de ajokarê motosîkletê jî birîndar bûye.

Beriya çend saetan balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Dînarte yê ser bi navçeya Akrê ve bombebaran kirin. Di encama êrişê de 2 welatiyên ku hevjînên hevin jiyana xwe ji dest dan.