Di civîna li Urdunê de Ji bo agirbesta li Siwêdayê komîteyek hate avakirin

Di civîna sêalî ya navbera Sûriyê, Urdun û DYA`yê de, biriyar hate girtin ku ji bo pêşxistina agirbesta li Siwêdayê komiteyeke hevbeş a xebatê were avakirin.

Di civîna li Urdunê de Ji bo agirbesta li Siwêdayê komîteyek hate avakirin
12 tebax, 2025   18:48
NAVENA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Urdunê, ji bo nîqaşkirina rewşa mirovî û rewşa li ser erdê ya Sûriyeyê, rêbazên piştgiriya xebatên ji nû ve avakirina Sûriyeyê, di avahiya werzaretê de civîneke sêalî di avbera Urdun, Sûriye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de li dar ketiye. 

Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Esed Şîbanî, hempîşeyê wî yê Urdunê Eymen Sefedî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack amade bûn.

Li gorî ajanseke girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, di encama civînê de ji bo xurtkirina agirbesta li Siwêdayê û dîtina çareseriyeke berfireh ji krîzê re komîteyeke hevbeş a xebatê hate avakirin.

Her wiha her sê aliyan teqezî li ser pêwîstiya hesabpirsînê ji sûcdarên binpêkirinan û afirandina şert û mercan, ji bo vegera kesên koçber, kirin.

(ac/şx)