Di çalakiyên YPJ’ê de 10 çete hatin kuştin

YPJ’ê daxuyand ku di çalakiyên şervanên wan ên duh de, li eniya bendava Tişrînê 10 çete hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûne.

Di çalakiyên YPJ’ê de 10 çete hatin kuştin
8 adar, 2025   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku li bendava Tişrînê şervanên wan di 7’ê Adarê de li dijî çeteyan rêzeçalakî pêk anîne.

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku li eniya Bendava Tişrînê li gundê Qeşlê yê nêzîkî gire Syriatel, saet di 4’ê sibê de dema ku komeke çete li malekê bi cih bû, mayinek hatiye teqandin û di encamê de 6 çete hatine kuştin.

Her wiha hate gotin: “Saet 1’ê nîvro jî çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyan hate pêkanîn. Di wê çalakiyê de motora çeteyan hate hedefkirin û 2 çete hatin kuştin. Dema ku çeteyan xwest kuştiyên xwe rakin, wesayîta wan ji hêla yekîneyên me ve hate derbkirin.

Saet 3’yan jî yekîneyên me yên Şehîd Ronahî Yekta li wesayîta çeteyan xist û li vir jî 2 çete hatin kuştin.

Bi giştî di wan çalakiyan de 10 çeteyên dagirker hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.”

‘EM Ê BI FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ Û RUHÊ BERXWEDÊRÊN 8’Ê ADARÊ TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek YPJ diyar dikin ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ruhê berxwedêrên 8’ê Adarê, em ê li dijî her cure dagirkerî, komkujî û zayendperestiyê bê navber têkoşîna xwe bidomînin. Li ser bingeha parastina rewa, gelên xwe û jinan biparêzin.”