Di 24 saetên dawîn de 4 kes hatin kuştin

Di 24 saetên dawîn de li deverên cuda yên Sûriyeyê 4 kes hatin kuştin.

Di 24 saetên dawîn de 4 kes hatin kuştin
27 hezîran, 2026   09:57
NAVEND NÛÇEYAN

Di bûyerên cuda yên di 24 saetên dawî de li çend parêzgehên Sûriyeyê 4 kes hatin kuştin.

Li bajarokê El Herîcî yê navçeya El Sûrê ya Dêrazorê kesek ji aliyê kesên nenas ve hate gulebarankirin û hate kuştin.

Li ser sînorê Sûriyeyê-Lubnanê li herêma Çiyayê Hermon, kesek dema ku hewl dida sînorê Lubnanê derbas bike, hate gulebarankirin û hate kuştin.

Li gundewarên Minbicê, kesek di pevçûneke di navbera pismamên xwe de li gundê Rasim El Faleh hate kuştin.

Li gundewarên Reqayê jî, di pevçûna çekdarî ya di navbera pismaman de kesek hate kuştin.

(k)