Zanîngeha Rojava şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

Zanîngeha Rojava şandeyeke Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî li avahiya xwe ya li Qamişloyê pêşwazî kir.

Zanîngeha Rojava şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir
23 tîrmeh, 2026   11:51
QAMIŞLO

Şandeyeke Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya hikumeta demkî bi serokatiya wezîrê wê Dr. Merwan El Helebî û parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed serdana Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê ya herêma Cizîrê kir.

Şande ji hêla nûnerên ji rêveberiya zanîngehê, gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hesam û berpirsê Komîteya Entegrasyonê ya Rêveberiya Xweser Hesen Şero ve hat pêşwazîkirin.

Her du alî bi hev re civiyan, di van kêliyan de civîna wan li ber çapemeniyê girtî berdewam dike. Li gorî agahiyan dê di civînê de rewşa perwerdeyê ya li zanîngehê û qebûlkirina bawernameyên zanîngehên Rêveberiya Xweser bê nîqaşkirin.

Duh (22 Tîrmeh) bi amadebûna berpirsyarê Komîteya Entegrasyonê ya Rêveberiya Xweser Hesen Şero û aliyên bi kar û barên perwerdeya bilind re eleqedar, di navbera parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed û wezîrê perwerdeya bilind û lêkolînên zanistî Merwan El Helebî de hevdîtinek pêk hat.

Di hevdîtinê de her du aliyan astengî û pêwîstiyên saziyên perwerdeyê nîqaş kirin.

Her wiha di heman rojê de wezîr û parêzgar li avahiya Fakulteya Hiqûqê ya li bajarê Hesekê bi kadroyên îdarî û xwendinê yên fakulteyê û peymangehên girêdayî Zanîngeha Firat a li Hesekê re civiyan.

(sb)

ANHA