Di 2025ˊan de zêdetirî 9200 kes hatin qetilkirin

Bîlançoya qurbaniyên tundî û qetilkirinê li Sûriyeyê di 2025ˊan de 9200 kes derbas kir.

Di 2025ˊan de zêdetirî 9200 kes hatin qetilkirin
31 kanûn, 2025   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya 2025ˊan a kiryarên tundî, sûc û qetilkirinên bi ajoyên taîfperestî û tolhildanê parve kir. SOHRˊê diyar kir ku herî zêde jin û zarok hatine qetilkirin.

SOHRˊê aşkera kir ku di 2025ˊan de 9272 kes, di nav de 504 û 550 jin bi rêbaz û awayên cuda hatine qetilkirin; weke tesfiyekirin, înfazkirin, îşkence, pevçûn, teqîn, êrişên çeteyên DAIŞˊê û bermahiyên şer.

Di pêleên tundiya taîfî ya li herêmên peravê, hundirê Sûriyeyê û başûr û hwd 2939 kes, di nav de 68 zarok û 213 jin hatin înfazkirin.

(fr)