Di 2 qezayên trafîkê de 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn

Li gundewarên Dêrazorê û Tedmurê di encama qezayên trafîkê de 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.

Di 2 qezayên trafîkê de 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn
21 gulan, 2026   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarên Dêrazorê di nava sûkekê de wesayîtek li jinekê û 2 ciwanan qelibî. Di encamê de jinê jiyana xwe ji dest da û her du ciwan birîndar bûn.

Li nêzî bajarê Suxne yê gundewarên Tedmurê jî wesayîteke veguhestina rêwiyan li kamyonekê qelibî. Di vê qezayê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.

(bb)