Dewriyeya Îsraîlê ket gundê Seyda Colan ê Quneytîrayê

Dewriyeya Îsraîlê ya 4 erebeyên leşkerî pêk dihat, ket gundê Seyda Colan ê Quneytîrayê.

Dewriyeya Îsraîlê ket gundê Seyda Colan ê Quneytîrayê
19 sibat, 2026   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeya hêzên Îsraîlê ku ji 4 erebeyên leşkerî pêk dihat, ket gundê Seyda Colan ê dikeve başûrê Quneytîrayê. Agahiyên zêdetir nehatin zanîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihandibû ku artêşa Îsraîlê derbasî gundê El Misrêtiyê yê devera Hawiza Yermûkê ya gundewarê Derayê bû, 2 ciwan girtin û ew birin Colanê. Çavkaniyên xwecih da zanîn ku dewriyeya Îsraîlê erebeyek 4 kes tê de sekinand, kontrol kir û 2 ciwan birin.

(bb)