Dewleta Tirk stasyona petrolê bombebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker stasyona petrolê ya Seîda ya li bajarê Tirbespiyê bombebaran kir.

Dewleta Tirk stasyona petrolê bombebaran kir
20 gulan, 2024   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker stasyona petrolê ya Seîda ya dikeve bakurê bajarê Tirbespiyê bi du moşekan bombebaran kir. Ji ber bombebaranê beşek stasyonê wêran bû.

Stasyona Seîde duyemîn mezintirîn stasyona komkirina petrolê li kantona Cizîrê ye. Stasyon di dawiya par de ji ber êrişên dewleta Tirk ji xizmetê derketibû.

(bb)

ANHA