Dewleta Tirk gundewarê Zirganê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundên Til El Werd û El Rebîat ên bajarê Zirganê topbaran kir.

Dewleta Tirk gundewarê Zirganê topbaran kir
3 ÇILE, 2025   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Til El Werd û El Rebîat ên bajarê Zirgan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir. 

Beriya wê jî gundên Um El Kêf û Gozeliye yên rojavayê Til Temirê topbaran kiribûn.

Heta niha der barê topbarana ku heta niha berdewam e de tu agahî nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA