Dewleta Tirk gundewarê Minbicê topbaran kir

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku Dewleta Tirk a dagikrer bakur rojavayê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran dike. Di encamê de ciwanê bi navê Mistefa Berakat birîndar bû.

Dewleta Tirk gundewarê Minbicê topbaran kir
27 mijdar, 2024   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundewarê bakur rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran dike.

Navendê aşkera kir ku di êrişan de ciwanê bi navê Mistefa Berakat Hesen (17) di êrişan de birîndar bûye.

Navendê da zanîn ku dê agahiyên berfireh der barê topbaranê de dûre parve bike.

(şx)

ANHA