Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Minbicê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvê şevê bakur rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Minbicê topbaran kirin
6 nîsan, 2024   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh saet di 12:30`an de, gundê Dendeniye û Siyade li bakur rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Li gorî meclisê, 22 top li gundê Dendeniye û 3 top li gundê Siyade ketine.

(şx)

ANHA