Dewleta Îranê 9 girtî bi darve kirin

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê ragihand ku li girtîgeheke li Îranê 9 girtiyên ku cezayê darvekirinê ji wan re hatibû dayîn bi awayekî komî hatin darvekirin.

Dewleta Îranê 9 girtî bi darve kirin
8 mijdar, 2023   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li girtîgeha Qezal-Hesar a li bajarê Kerec a Komara Îslamî ya Îranê 9 girtiyên ku cezayê darvekirinê jê re hatibûn dayîn, bi awayekî komî hatin darvekirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro li girtîgeha Qezal- Hesar a li bajarê Kerecê 9 girtiyên ku 5 ji wan bi sûcê kuştinê, 3 girtî bi sûcê têkiliyên bi madeyên hişber re û girtiyek jî bi sûcê diziya çekan cezayê darvekirinê jê re hatibûn dayîn, bi awayekî komî hatin darvekirin.

Li heman daxuyaniyê ji beriya niha jî çend caran li heman girtîgehê cezayê darvekirinê yê bi awayê komî hatiye pêkanîn, lê ti agahiyên di derbarê nasnameya wan kesên ku hatine darvekirin de nehatiye bidestxistin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku sûcên peywendiyên bi madeyên hişber re li Îranê li gorî sala borî du qat zêdebûye, ji bilî madeyên hişber, salane ji ber sûcên kuştinê gelek girtî têne darvekirin.

Ajansa nûçeyan a Herana ya Îranê ragihandibû ku di navbera 10’ê Cotmeha sala 2022’an heta 8’ê Cotmeha sala 2023’an herî kêm 659 kes li Îranê hatine darvekirin ku 17 jê jin û tawanbarên zarok bûn.

Li ser vê yekê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di daxuyaniya herî dawî ya derbarê mafê mirovan ya li Îranê de bilindbûna rêjeya darvekirinên li Îranê bi tirsnak û metirsîdar binavkiribû.