Aysel Tûglûk hate berdan

Aysel Tûglûk ku nexweşiya demnasê pê re heye, bi hinceta axaftineke xwe ya di 2012'an de hat binçavkirin, serbest hat berdan.

Aysel Tûglûk hate berdan
8 mijdar, 2023   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar Aysel Tûglûk, li mala xwe ji aliyê polîsan ve bi hinceta axaftineke xwe ya 2012'an de ya li Colemêrgê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat binçavkirin. Polîsan piştî kontrola li nexweşxaneyê, Tûglûkê birin edliyeyê.

 Aysel Tûglûk ku li Edliyeya Stenbolê li Ddageha Cezayê Giran a 24'an derket pêşberî dadger, nikaribû pirsên dadger bibersivîne û got tiştek nayê bîra wê. Parêzerên wê jî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya "nikare di girtîgehê de bimîne" berpêşî dadgehê kirin. Dadgehê jî beyanên Tûglûkê yên wekî "Ez nikarim pirsan bibersivînim, tiştek nayê bîra min" di girtenameya îfadeyê de tomar kirin.

Paşê Aysel Tûglûk serbest hat berdan.