Dewleta Îranê 2 kolber birîndar kirin

Li sînorê Hacî Omeran du kolber di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de birîndar bûn.

Dewleta Îranê 2 kolber birîndar kirin
18 sibat, 2024   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rojhilatê Kurdistanê, şeva Îniyê hêzên pasdarên sînor ên Îranê li sînorê Hacî Omeran kolberan gulebaran kirine û encamê de du kolber birîndar bûn.

Her wiha hate diyarkirin ku kolberên birîndarbûyîn bi navê Sedî Mehmudî yê ji gundê Henfawa û Umêd Azerî yê ji gundê Girdbaskî yê Pîranşar bûn.

Hêjayî gotinê ye di di meha Çileyê de 14 kolber bi guleya hêzên dewleta Îranê hatine kuştin.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan, li Rojhilatê Kurdistanê sala borî zêdetirî 30 kolber hatine kuştin û nêzîkî 270 kolber jî birîndarbûne ku ev rêjeya herî zêde ya di nava 10 salên borî de ye.