Hemleya komkirina îmzeyan li Şedadê bi çoş dest pê kir

Gelek şêniyên navçeyên Şedadê bi kêfxweşî tev li hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya wî ya fîzîkî bûn.

Hemleya komkirina îmzeyan li Şedadê bi çoş dest pê kir
Hemleya komkirina îmzeyan li Şedadê bi çoş dest pê kir
Hemleya komkirina îmzeyan li Şedadê bi çoş dest pê kir
Hemleya komkirina îmzeyan li Şedadê bi çoş dest pê kir
Hemleya komkirina îmzeyan li Şedadê bi çoş dest pê kir
Hemleya komkirina îmzeyan li Şedadê bi çoş dest pê kir
18 sibat, 2024   15:11
HESEKÊ

Komîteyên dixwaziyê li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. 

Duh komîte ji endamên saziyan û partiyan hatin avakirin ji bo ku îmzeyan kom bikin û dûre radestî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî bikin.

Komîteyên dilxwaziyê îro di nava navçe û taxên wê de geriyan û sedem û armancên lidarxistina hemleyê ji şêniyan re şîrove kirin.

Şêniyan bi kêfxweşî tev li hemleyê bûn û lîste îmze kirin.

Her wiha şêniyan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan sembola têkoşîna demokratîk û civakî ye û serbestberdana wî daxwazeke nîştimanî û mirovî ye.

Şêniya bi navê Ruqeye El Şêx a ku lîste îmze kiriye got: "Ji her kesî tê xwestin tev li vê hemleyê bibe. Divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe ji ber ku ew ji bo gelên bindest û paşguhkirî nûnerê hêvî, aştî û edaletê ye."

Suad El Elî jî lîste îmze kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan wijdanê gelê Kurd û gelên din e. nameya aştiyê, diyalogê, dilovaniyê û jiyana hevbeş a di navbera çand û nasnameyên cude de radigihîne."

Tê destnîşankirin ku armanca hemleyê, komkirina 100 hezar îmze ye.

(şx)

ANHA