Şehîd Osman Dadelî li ser gora xwe hat bibîranîn

Damezrînerên PYD’ê  mamoste Osman Dadelî di salvegera 16’an a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

18 sibat, 2024   15:02
KOBANÊ

Ji damezrînerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) mamoste Osman Dadelî  18’ê Sibata 2008’an de di girtîgehên rejîma Baasê de ji ber îşekenceyê şehîd bû.

Bi wesîleya salvegera şehadeta Osman Dadelî, merasîmê bîranînê li ser gora wî ya li gundê Dadelî yê Kobanê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên kantona Firatê beşdarî merasîmê bîranînê bûn.

Merasîmê bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî li ser kesayeta şehîd Osman Dadelî axivî û got: "Mamoste Osman bi têkoşîn, berxwedanî û îradeyeke xurt  dihat nasîn. Mamoste Osman Dadelî heta kêliya dawiyê ya jiyana xwe  têkoşiya û di girîgehê hikumeta Şamê de şehîd bû."

Rêveberê nivîsgeha têkiliyên siyasî ya PYD’ê ya Kantona Firatê Bekir Hec Îsa axivî û diyar kir ku armanca dewlet û desthilatdaran tunekirina ramanên azad û demokratîk e.

Bekir Hec Îsa got: "Mamoste Osman ji kesên yekemîn bû ku bû hedefa fikrê şovenist  û bi destê wan jî şehîd bû. Mamoste Osman li hemberî zulm û zordariya partiya Baasê serî hildan,  di dawiyê de  ji ber îşkenceyê di zindanê de şehîd bû."

Merasîmê bîranînê bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(sş)

ANHA