Sûriye di 2024`an de

Li Sûriyeyê di sala 2024`an de guhertinên dramatîk çêbûn. Di encama siyasetên rejîma Baasê de ku li ser komkirina bacan ava bûye, aloziyên aborî û civakî zêde bûn. Di navbera Îran û Îsraîlê de hema bêje rasterast şer derket û derbasî axa Sûriyeyê bû. Girêdana rejîma El Esed bi hevalbenda xwe ya Tehranê û komên wê, bandor li helwestên dewletên Ereban û yên rojavayî kir ku ketina rejîmê bi lez bû.

Sûriye di 2024`an de
29 kanûn, 2024   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo sûriyeyiyan, destpêka sala 2024`an aloziyên aborî zêdetir bûn. Biryarên hikumeta Beşar El Esed ên li ser komkirina bacan ava bûye, barên welatiyan girantir kirin.

Êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê û komên girêdayî wê li Sûriyeyê ev êş girantir kirin. El Esed jî dev ji vê hevalbendiya xwe ya bi Îran û Hizbullahê re berneda. Lewma dewletên Ereban û yên rojavayî bedbîn bûn ku ev rejîm helwesta xwe naguhere. Dewleta Tirk û komên wê jî, ev firsend bi kar anî û dest bi pêvajoyeke nû kir ku di encamê de rejîma Baasê hilweşiya.

Bûyer û geşedanên li Sûriyeyê yên 2024’an bi vî rengî ne:

REJÎMÊ DI ALIYÊ MALÎ DE BARÊN WELATIYAN GIRANTIIR KIR Û GERÊN DÎPLOMATÎK BINKEFTINA WÊ TEMAM KIR

25`ê Çileyê li paytexta Kazaxistanê gera 21`an a civînên Astanayê yên têkildarî Sûriyeyê bi beşdariya Rûsya, Tirkiye û Îranê bê encam bi dawî bû.

1`ê Nîsanê Îsraîlê êrişî Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê kir û di encamê de fermandarê Pasdarên Îranê Muhammed Rizazahdî û gelek rayedarên îranî hatin kuştin.

15`ê Nîsanê hîna sûriyeyî di nava şoka bihabûnê ya cejna Remezanê mamtayî de bûn, hikumeta berê ya Sûriyeyê cara 7`an sotemenî biha kir.

22`yê Nîsanê vexwendina nûnerê NY`yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen nekarî civîna 9`an a Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê li Cinevê li dar bixe.

16`ê Gulanê Esed ji bo tev li lûtkeya 32`yan a dewletên erebî bibe çû bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî, lê di wê lûtkeyê de neaxivî.

30`ê Gulanê rêberê olî yê Îranê Elî Xamîneyî li Tehranê bi Esed re civiya ku ji bo sersaxiya serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amir Abdullahiyan serdana Îranê kiribû.

15`ê Tîrmehê li herêmên di bin kontrola hikumeta Esed de hilbijartinên parlamentoyê hatin lidarxistin, lê gelek aliyên sûriyeyî tev lê nebûn.

15`ê Tîrmehê Beşar Esed got tenê bi şertê ku hêzên Tirk ji Sûriyeyê vekişin û her du welat dozên cewherî wekî piştgiriya Enqereyê ji terorê re nîqaş bikin, dê bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

5`ê Gulanê serokatiya Sûriyeyê şêwirmenda ragihandinê ya serokê berê yê Sûriyeyê Esed ragihand ku Lona El Şibil di qezayeke trafîkê de birîndar bûye û li nexweşxaneyê wefat kiriye. Lê têkildarî vê bûyerê gelek gotegot derketin ku rejîma Sûriyeyê ew kuştiye.

28`ê Tebaxê Desteya Pevgihandinê ya Sûriyeyê înternet bi rêjeya ji sedî 35 biha kir.

KOMÊN ÇEKDAR AMADEKARIYÊN DORPÊÇKIRINA HELEBÊ DIKIN Û EL ESED HÊVIYÊN DEWLETÊN EREBAN Û ROJAVA JI BO KU DEV JI ÎRANÊ BERDE, LI ERDÊ XISTIN

10`ê Îlonê Erebistana Siûdî piştî 12 salan balyozxaneya xwe li Şamê vekir.

13`ê Cotmehê gelek rapor derketin ku komên çekdar bi serkêşiya Heyet Tehrîr El Şam amadekariya şerekî nû dikin ji bo ku Helebê kontrol bikin.

14`ê Cotmehê rejîma Sûriyeyê careke din bi rêjeyên cuda sotemenî biha kirin.

20`ê Cotmehê wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Safadî li Şamê bi Beşar El Esed re rûnişt û nameya devkî ya qralê Urdunê Ebdullah El Sanî jê re ragihand.

11`ê Mijdarê mîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman li Riyadê piştî Lûtkeya Dewletên Ereban ên Îslamî bi Beşar El Esed re civiya.

11`ê Mijdarê Beşar El Esed di civîna Riyadê de axivî û behsa piştgiriya tevgerên berxwedanê, di serî de Hizbullahê, kir. Ev axaftin wek binkeftina hewldanên hêzên herêmî û navneteweyî ku El Esed îqna bikin ji Îranê dûr bikeve, hate fêmkirin.

13`ê Mijdarê Rûsya, Tirkiye û Îranê di dawiya civîna 22`yan a Astanayê de metirsiyên xwe der barê hewldanên Îsraîlê ji bo firehkirina qada şer de anîn ziman.

14`ê Mijdarê Rûsyayê daxuyanî da ku ji bo ku Beşar El Esed û Recep Tayyîp Erdogan li hev rûnin şert û merc hîna ne guncaw in. Lê Tirkiyeyê daxuyaniyên cuda dan ku têkilî di navbera wê û Sûriyeyê de baş dibin.

ÎSRAÎLÊ ÊRIŞÊN LI SÛRIYEYÊ ZÊDE KIRIN, KOMAN DEST BI ÊRIŞÊ KIR Û ÎRAN SEFERBER BÛ

14`ê Mijdarê artêşa Îsraîlê hedefgirtina baregehên "Eniya Berxwedanê" zêde kirin û beriya wê bi rojekê 8 baregehên li bajarê Qisêr ê Himsê bombebaran kiribûn.

15`ê Mijdarê li gorî daxuyaniya serokatiya Sûriyeyê, Beşar El Esed bi şêwirmendê Elî Xamineyî Alî Larîcanî re civiya û êrişên Îsraîlê yên li herêmê û pêwîstiya rawestandina êrişên li dijî Filistîn û Lubnanê nîqaş kirin.

15`ê Mijdarê ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANA`yê ragihand ku Îsraîlê careke din êrişî herêma Meza ya Şamê kiriye.

17`ê Mijdarê wezîrê parastinê yê Îranê Azîz Nasîrzade dema serdana Şamê kiribû, got “Îran dê piştgiriya Eniya Berxwedanê û hikumeta Şamê bidomîne" û ev piştgirî wek "stratejîk" wesifand.

27`ê Mijdarê rêveberiya operasyonên leşkerî li Idlibê bi serkêşiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) destpêkirina êrişên li dijî hêzên rejîma Sûriyeyê bi navê "Red El Idwan" ragihand.

30`yê Mijdarê hêzên rejîmê ragihand ku komên çekdar ên Sûriyeyê derbasî beşeke berfireh a Helebê bûne û artêş neçar maye vekişe.

2`yê Kanûnê kanala Al Alam a Îranê axaftina serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku dibêje welatê wî ji bo têkbirina çekdaran li Sûriyeyê dê her tiştî bike.

3`yê Kanûnê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku endamên HTŞ`ê û komên bi wê re êdî li ber "deriyên" bajarê Hemayê ne û artêşa Sûriyeyê sewqiyat bi rê kirine.

5`ê Kanûnê komên "Red El Idwan" ketin bajarê Hemayê û taxên wê kontrol kirin. Hemwextî wê Wezareta Parastinê ya hikumetê, ji bajêr vekişiya. Wezîrê parastinê yê rejîmê Elî Mehmûd Ebas got vekişîna wan ji Hemayê "taktîkeke demkî ye". Di dîmeneke qeydkirî de got "hêzên Sûriyeyê hîna li dora Hemayê ne".

6`ê Kanûnê wezîrên karên derve yên rejîmê, Iraq û Îranê li Bexdayê civiyan û geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê nîqaş kirin. Wê demê komên çekdar ketibûn tixûbên bajarê Himsê.

HELWESTA NEZELAL A MOSKOVÊ Û HILWEŞÎNA REJÎMA EL ESED

7`ê Kanûnê dewletên gatantor; Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo nîqaşkirina êrişên koman bi serkêşiya HTŞ`ê civîneke taybet li dar xist û di daxuyaniya dawîn de nakokî di nêrînan de xuya bû.

7`ê Kanûnê komên çekdar ketin bajarê Himsê.

7`ê Kanûnê komên opozîsyonê bajarê Derayê kontrol kir.

8`ê Kanûnê komên çekdar piştî şerê 3 rojan û vekişîna artêşa Sûriyeyê ketin bajarê Himsê.

8`ê Kanûnê serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan teqezî bi parastina yekitî û serdestiya Sûriyeyê kir û got gelê Sûriyeyê siberoj û pergala xwe ya siyasî diyar dike.

8`ê Kanûnê komên çekdar ên Sûriyeyê dest bi qonaxa "dorpêçkirina" Şamê kir. Wezareta Parastinê ya rejîma berê, ragihand ku hêzên artêşê ji dora paytextê vedikişin.

8`ê Kanûnê komên çekdar ên Sûriyeyê avahiya radyo û televîzyonê li qada Umewiyan a Şamê kontrol kir û li wir daxuyanî da ku Şam kontrol kiriye û piştî çûyîna Beşar El Esed hilweşîna rejîmê ragihandin.

JI BO RÊVEBERIYA NÛ YA LI ŞAMÊ REXNE Û DERKETINA NÎŞANEYÊN TEVGERÊN DIJBER

10`ê Kanûnê Mihemed El Beşîr li ser televîzyonê daxuyanî da û ragihand ku ew bû serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê heta 1`ê Adara 2025`an.

14`ê Kanûnê serokê taîfeya durziyan ê Siweydayê û başûrê Sûriyeyê şêx Hikmet El Hecrî axivî û got divê kongreyeke nîştimanî ya giştî were lidarxistin ji bo ku destûreke nû were sazkirin. Her wiha teqezî bi pergala nenavendiyê û cudakirina desthilatan kir. Her wiha got: "Em ne amade ne bikevin bin kontrola tu beşekê yan jî partiyekê yan jî olekê yan jî aliyekî herêmî. Em nahêlin tu kes azadî, rûmet û serkeftina me ji dest me bibe."

14`ê Kanûnê Komîteya Peywendiyan a Erebî ya têkildarî Sûriyeyê di civîna xwe ya li bajarê Eqebe yê Urdunê de got ew bi gelê Sûriyeyê re ne û di vê pêvajoya demkî de dê piştgiriyê jê re pêşkêş bikin, rêzê ji vîn û vebijêrkên wê re bigirin. Her wiha bang kir ku desteyeke demkî ya nû û komkar li sûriyeyê bê avakirin.

21`ê Kanûnê piştî ketina rejîma Baasê bi çend rojan, nîşaneyên tevgerên dijberî rêveberiya nû derketin holê. Li Şamê xwepêşandan derketin û banga dewleta laîk û sivîl kirin. Taîfeya elewî têkildarî kiryarên komên sûriyeyî bi taybet li beravê, hişyarî da ku rewş ber bi aloziyê ve diçe.

22`yê Kanûnê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra yê bi nave "Ebû Hesen El Hemwî" tê naskirin, kir wezîrê parastinê yê hikumeta demkî ku yek ji fermandarên HTŞ`ê ye. Her wiha Esed Hesen El Şîbanî jî bû wezîrê karên derve yê hikumetê ku yek ji fermandarên HTŞ`ê ye.