Li herêmên dagirkirî revandin û talankirina xwezayê dewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê zêdekirî 6 kesî revandin û bi hezaran dar şewitandin.

Li herêmên dagirkirî revandin û talankirina xwezayê dewam dikin
Li herêmên dagirkirî revandin û talankirina xwezayê dewam dikin
Li herêmên dagirkirî revandin û talankirina xwezayê dewam dikin
19 tebax 2024   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku çeteyên "Ceyş El Wetenî" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker Heysem Elî Elî (41) û birayê wê Rifet Elî Elî (36) yên ji Cindirêsê, xaltîka wan Rifet Cem (45) ya ji gundê Berad ê bajarê Şêrawayê revandin. 

Navendêd diyar kir ku Mensûr Xosanî û biryarê wî Mihemed Xozanî yên ji Derayê jî ji aliyê çeteyên heman komê ve hatin revandin.

Li gorî navendê, çeteyên Sutlan Silêman Şah (Emşat) li gundê Mermitik ên Şiyê jî hin kes revandin.

Çavkaniyekî xwecih diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk îro li bajarê Ezazê welatiyê bi navê Riya Ebdurehman Hesen (42) ê ji gundê Telefê yê başûrê rojavayê bajarê Efrînê revand û bir navenda bajarê Bilbilê.

Heman çavkanî diyar kir kesek ji herêma Qelemûn ku li Efrînê hatiye bicihkirin, mala welatiya bi navê Mûsa Eû Mûsa firot kesek bi navê Mihemed El Îsa Ebû Zubeyîr ê ji gundewarê başûrê Helebê.

Her wiha hate zanîn ku çeteyên koma El Hemzat li nêzî gundê Feqîra yê Cindirêsê û li gundê Zara yê bajarokê Bilbilê  bi hezaran dar şewitandin.

(bb)