Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê civîna salê li dar xist

Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane, bi dirûşmeya "Ciwan ew hêza ku civakê li ser bingeha hişmendiya fikrî û exlaqî ya azad ava dikin", li dar xist.

Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
23 kanûn, 2025   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşmeya "Ciwan ew hêza ku civakê li ser bingeha hişmendiya fikrî û exlaqî ya azad ava dikin", Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Dêrazorê li herêma Meamel, bi amadebûna nûnerên Meclisa Rêveber û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre rewşa siyasî û rola ciwanan di rûbirûbûna pirsgirêkan û pêşxistina hişmendiya demokratîk de hatin nîqaşkirin.

Di nîqaşan de bal li ser pirsgirêkên koçberiyê û pêwîstiya peydakirina derfetên kar di nav kantonê de, li kêlek wê lêkolîna rêbazên piştgiriya jin û ciwanan di warên çandî, werzîşî û fikrî de, kişandin.

Civîn bi plansaziyekê bi dawî bû û wiha ye:

Xurtkirina rola jinên ciwan bi rêya zêdekirina çalakiyan li deverên cuda yên Dêrazorê, ku bi vî awayî rêveberî û hebûna wan a civakî xurt dike.

Lidarxistina semîner û panelan li ser Konferansa navneteweyî ji bo Rêber Abdullah Ocalan, bi armanca kûrkirina têgihîştina ciwanan a li ser fikra demokratîk.

Aktîvkirina çalakiyan li gundên nû ketine bin rêveberiy herêmê, bi rêya bernameyên werzîşî û çandî, kursên pîşeyî, semînerên hişmendiyê û çalakiyên fikrî ji bo pêşxistina şiyanên ciwanan.

Destpêkirina çalakiyên civakî yên ku yekitiya civaka Sûriyeyê di hemû pêkhateyên wê de pêş dixin û piştgiriya projeya neteweya demokratîk dikin.

Lidarxistina semînerên şîrovekirina navendîbûnê û girîngiya wê.

Lidarxistina civînên periyodîk ji bo nîqaşkirina rêbazên birêxistinkirina ciwanan li hundirê Sûriyeyê û piştgiriya armancên wan.

Zêdekirina çalakiyên fikrî yên girêdayî xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û belavkirina felsefeya wî, da ku hişmendî û rêbaza demokratîk xurt bibe.

(ac/fr)

ANHA