Desteya Aboriyê: Rakirina cezayan dê rewşa aboriyê ya welat baş bike

Hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê biryara rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê wek biryareke girîng pênase kir û diyar kir ku ev destpêkeke nû ye ji bo jinûavakirina welat û başkirina aboriyê.

Desteya Aboriyê: Rakirina cezayan dê rewşa aboriyê ya welat baş bike
14 gulan, 2025   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Mihemed Şewqî Mihemed di daxuyaniyekê de ku li ser malpera rêveberiyê hate weşandin, tekez kir ku ev pêngav "pir girîng e" tevî pirsgirêkên qanûnî yên li ser vê biryarê di nava saziyên rêveberiya Amerîkayê de.

Mihemed diyar kir ku rakirina cezayan dê bibe alîkar ku rewşa aboriyê li welat baş bibe û deriyê hatina sermayê veke. Mihemed bal kişand ser girîngiya beşdarbûna çalak a welatên Kendavê, bi taybetî Erebistana Siûdî di nava projeyên jinûveavakirinê de.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Mihemed got: "Hikumeta Sûriyeyê ya demkî îro ji her demê bêhtir pêwîst e ku vê derfeta dîrokî ji bo pêkanîna ewlekarî û aramiyê bi kar bîne û kar bike ji bo beşdarkirina hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di prosesa avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk de û giraniyê bide ser başkirina xizmetguzariyên giştî û nûjenkirina binesaziya ku ji ber şer wêran bûye.”

(k)