Deriyê Sêmalka derbasbûna welatiyan hêsan kir

Rêveberiya Deriyê Sînor yê Sêmalkayê ji bo hêsankirina derbasbûna welatiyan ji Herêma Kurdistanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûryeyê ve, biryarên nû derxistin.

Deriyê Sêmalka derbasbûna welatiyan hêsan kir
29 hezîran, 2025   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyke ku Rêveberiya Deriyê Sînor yê Sêmalkayê li ser hesabên xwe yên fermî weşandiye, êdî hemû welatiyên Sûriyeyê, bêyî ku kefîlekî destnîşan bikin, dikarin di deriyê Sêmalka re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûryeyê bibin.

Rêveberiya da zanîn ku wan berê ji ber sedemên ewlehiyê ji welatiyên ku dixwestin derbas bibin navê kefîlekî dixwest, lê piştî hilweşîna rejîma Bais`ê êdî ew sedem nema û hemû welatiyên Sûriyeyê dikarin li deriyê Sîmalka re derbas bibin.

Rêveberiya Deriy Sînor yê Sêmala ragihand ku kesên bi rêya asmanî çûne Herêma Kurdistanê nikarin di rêya deriyê Sêmalka re vegerin.

Her wiha da zanîn ku wan heta niha nêzî 500 welatiyên ku dema pasportên wan bihurî ye ji herêma Kurdistanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.

(k)